Ambulansbalafir û ambulanshelîkopter ji bo filitandina nexweşên giran pir girÎng in. Di van 8 mehên dawiyê de 30 ambulansbalafir û 7 ambulanshelîkopter ji bo dergûşên premature û nexweşên şewitî yên giran hatin balafirgeha Agİriyê û nexweş birin nexweşxaneyen bi tesîsat yên bajarên din.
Rêvebirê unîteya 112yê ya Agiriyê Sînan Demîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di sala 2008an de ambulanshelîkopter, di sala 2010an de jî ambulansbalafir li Agiriyê ketine xizmetê û bi rêhewayê sewqkirin ji nexweşên giran re bû hêvî.
Demir diyar kir ku dayik der barê ducanîtiyê de nezan in û bêperwerde ne ji ber vê yekê jî dergûşên premature tên dinyayê û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di van 8 mehên dawiyê de 30 ambulansbalafir û 7 ambulanshelîkopter daketin balafirgeha Agiriyê. Nêzîkê 40 nexweşî sewqê bajarên din kirin. Piraniya wan dergûş bûn. Dayikên ku li herêmê dijîn dema ducanîtiyê de rûyê doxtoran nabînin, ji ber vê jî hejmara dergûşên premature zehf zide ye. Li Agiriyê di unîteya nexweşên giran ya zarokan de bi tenê 4 nivîn hene. Ji bo bajarekî ku serjimara wê 560 hezar be ev hejmar mîna tunetiyê ye. Ji ber kêmasiya unîteya nexweşên giran ya zarokan bi rêhawayê ve herî zêde dergûş û nexweşên şewitî tên sewqkirin.
Demîr li ser zêdebûna rêjeya welidandinê ya Agiriyê axivî û wiha got: "Li Patnosê mehê 350 jin diwelidin. Ji ber vê yekê jî divê di unîteya nexweşên giran ya zarokan de 40 nivîn hebin. Jinên me, di dema ducanîtiyê de heta roja ku biwelidin rûyê doxtoran nabînin. Sedema vê jî bêperwerdehîbûn û pirsgirêka aboriyê ye.
Demîr diyar kir ku ambulansbalafir herî zêde ji Ankara û Gazîantepê, ambulanshelîkopter jî ji Erzûrûmê tên.