BITLÎS
Pisporê Nexweşiyên Hundurîn yê Nexweşxaneya Dewletê a Xelatê Fatih Çanak hişyarî da gel û wiha got kesên ku nexwaşê qelb, şekir an jî tansiyonê ne, divê di cejnê de hay ji xwarina xwe hebin.
Çanak wiha dewam kir: "Ger ku piştî serjêkirinê, goştî rojek an jî du rojan di sarkerê de bihêlin him dê baştir bikele him jî ji bo tendurîstiyê çêtîr e. Divê goştî li ser kuçik û firinê çêkin û goştê di nav avê de kelandî, ji hemî cûreyên din yên çêkirinê çêtir e. Divê beriya taştê jî tu tişt neyê xwarin û di taştê de jî tiştên taştê bên xwarin."
Divê şêrinayiyên ku mirov aciz nakin û zêde bişekir nînin bên xwarin. Zêde vexwarina çay û qehwê jî ji bo qelb û mîde zirar e.