DENÎZLÎ
Pisporê Nexweşîyên Tamar û Dil ê Nexweşxaneya Dewletê ya Denizliyê Dr. Kadîr Gokhan Saçkan diyar kir ku, di rojên pirr germ û bi nem de xetera kriza dil zêdetir dibe.
Saçkan, ragihand hewaya germ bandorek neyîn li ser nexweşên dil û tamaran dike û ev hişyarî da ku divê welatî di hewayên germ de miqatî xwe bibin. Serkan, anî ziman laş di hewayên germ de pir xwedan didin. Ji ber vê yekê jî av û mînarelan winda dikin û nexweşîyên wek koroner arter, dil û hipertansiyonê bandoreke neyînî dibinîn.
Saçkan wiha axivî: ''Germa zêde hin nexeşîyên dil derdixe holê û ji bo nexweşên dil xeternak e. Ji ber nexweşîyên dil hin mirov dimrin. Di hewayên germ de laş pir zêde avê wenda dike. Ji ber vê yekê divê xarinên avî zêde bên vexwarin, xwarinên bi rûn dûr bisekinin, rûnên kêm kolesterol, hêk û hilberên bi qalik ên behrê bê xwarin."