SAKARYA
Serokê Odeya Endezyarên Xurekan Rahîme Petek Ataman, destnişan kir ku li gorî rêziknameya nû ji bilî asîta sîtrîk di nav çîkê de bikaranîna madeyên tevînek hat qedexekirin. Yên ku li gorî vê yekê tevnegerin, cezayê wan 12 hezar û 800 lîra ye.
Atamanê ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku heke ev madeyên tevînek, nebin sebebê nexweşiyan meriv dikare bi kar bîne û diyar kir ku rêjeya bikaranîna van madeyan berê hatiye eşkerekirin.
Atamanê, rêziknameya nû wek tişteki baş nirxand û got ku bi vê rêziknameyê, ji hin tiştên taybet têne qedexekirin.
Rahîme Petek Ataman, da zanîn ku encamên lêkolînên di vî warî de baş nehatina eşkerekirin û baş nizanin ka kîjan zanyar beşdarî lêkolînan bûne û tespîtên wan çi ne. Li gorî rêziknameya nû ji bilî asîta sîtrîk di nav çîkê (ecîn) de bikaranîna madeyên tevînek hat qedexekirin. Yên ku li gorî vê yekê tevnegerin, cezayê wan 12 hezar û 800 lîra ye.