ÎSTANBÛL
Weqfa Diyabetê ya Tirkiyeyê lêkolîneke bi navê "Gelo haya me ji nexweşiya şekir heye" kir. Li gor encama vê lêkolînê ji gel sedî 37,2 kes hay ji diyabetê heye.
Serokê Giştî yê Weqfa Diyabetê ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Temel Yilmaz diyar kir ku li dinyayê di nav 6 sedemên mirinê de 5ê wê ji ber nexweşiya diyabetê pêk tê û dibe sedema mirinê. Yilmaz destnîşan kir ku li gor lêkolîna Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê di sala 1995an de li Tirkiyeyê nexweşiya şekir ji sedî 5 bû lê wisa xuya dike ku ev rêjeya li Tirkiyeyê di sala 2025an de dê bibe ji sedî 7,4.
Yilmaz bal kişand ser rêjeya nexweşîna şekir a li Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Di sala 2000an de li Tirkiyeyê rêjeya vê nexweşînê ji sedî 7,6 bû, di sala 2010an de ev rêje ji sedî bû 13,4. Di deh salên dawîn de ev nexweşîn ji sedî sed zêde bû. Nexweşîna şekir di nav sedemên mirinê de di rêza yekemîn de cih digre û ev nexweşîn li Tirkiyeyê herî kêm 10 milyon kesî rasterast eleqedar dike. Niha 4 milyon kes ji ber vê nexweşînê tên tedawî kirin û hejmar her ku diçe zêde dibe."
Yilmaz destnîşan kir ku beriya ku ev nexweşîn tê teşxîskirin dema wê ya 10-15 salî ya veşartî heye û dema ku ev nexweşîn tê tespîtkirin tedawiya wê ne mimkun e. Bi tenê ji bo sihheta nexweşê şekir xirabtir nebe hin tedawî tên kirin.
Li gor lêkolîneke ku li Fînlandiyayê hatiye kirin dema ku ev nexweşî di heyama veşartî de ye heke mirov rojê 30 deqîqan bimeşe, ketina bi vê nexweşînê ji sedî 56 kêm dibe.