Fatih Gazioğlu
23 Îlon 2019•Rojanekirin: 23 Îlon 2019
Li Şarkişlaya navçeya Sêwasê tirimbêlek welgeriya û di qezayê bav û 2 kurên wî mirin, jê 2 zarok bi tevahî 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tirimbêla ku pîleqeya wê 16 BLA 93 e û Fatih Umuç (23) diajot li ser rêya Pinarbaşiyê nêzî navçeya Şarkişlayê ji rê derket û welgeriya çêm.
Di qezayê da Hakan (35) û kurê wî Yunus Emre Umuç (1) li ciyê bûyerê mirin.
Ji zarokên birîndar Yusuf Kenan Umuç jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Xizmetên Tenduristiyê ya Zanîngeha Cumhuriyêtê mir.
Di qezayê da Hîcran (33), Sibel Erva Dalga (3) û Aysun (32), Yavuz Selîm (9) û Fatih Umuç (23) jî birîndar bûn. Birîndar ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şarkişlayê û piştra sewqî nexweşxaneyên bajêr yên din.
Hat ragihandin ku rewşa Aysun û kurê wê Yavuz Selîm Umuç jî giran e.
Li gor agahiyan malbat ji Hatayê bi rê ket û dixwest biçe Qersê.