18 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
ANKARA
Di çarçoveya jêpirsîna êrîşa terorî de ku di 10ê cotmehê li Enqereyê qewimî û bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan de 11 kes hatibûn binçavkirin. Ew kesên binçavkirî piştî kontrola sihetê sewqî dadgehê kirin.
Gumanbarên ku muameleyên wan li ewlekariyê bi dawî bûn ji bo rewşa siheta wan hatin kontrolkirin û paşê jî ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşînê ya bi Terorê re ew anîn Edliyeya Enqereyê. Di çarçoveya jêpirsînê de hemû gumanbar wê îfadeyê bidin dozgerên komarê yên di Buroya Jêpirsîna Sûcên li Dijî Pergala Makezagonê de wezifedar in.
Di hundirê edliyê û derdora wê de tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û li hemberî îxtimala dibe ku bûyer biqewimin jî wesayîtên TOMAyê li wê derê amade ne.