ŞANLIURFA
Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk der heqê penaberên Sûriyeyê de wiha got: "Ji 3yê hezîranê vir ve 23 hezar û 250 penaber hatin welatê me. Înşeallah bi sax û silametî vegerin welatê xwe, lê heta ku li vir bin em ê mal û namûsa wan biparêzin."
Kuçuk tevî lijneya pê re hat Akçakaleyê û xebatên li deriyê sînor teqîb kir.
Kuçuk peyra daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku ji 3yê hezîranê vir ve 23 hezar û 250 sûriyeyî xwe sipasrtin Tirkiyeyê. Kuçuk diyar kir ku hemû saziyên dewletê li ser xeta sînor hewl didin.
- Binçavkirina endamên DAEŞê
Kuçuk li ser pirsa "Tê gotin ku do êvarê 5 endamên DAEŞê hatine qefaltin, rast e?" wiha got: "Na, do êvarê 2 endamên DAEŞê bê çek teslim bûn."
Kuçuk li ser pirsa "Penaber ji kê direvin?" wiha got: "Ji PKK, PYD û bombebarana DYAyê direvin."
Wek mayîn piştî daxuyaniya Kuçuk, ji rojnameya Almanyayê ya bi navê Dîe Weltê Îlker Deniz Yucel, ji Cumhuriyetê Pinar Ogunç û ji Evrenselê Hasan Akbaş ji ber ku kartê çapemeniyê li ser wan nebû, birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Akçakaleyê.
Piştî kontrola nasnameyan rojnamevan ji Midûriyeta Ewlehiyê ya Akçakaleyê çûn.