24 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2016
ANKARA
2yemîn Kongreya Asayî ya HDPê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali tê kirin û vexwendî tên.
Kesên ku ji bo temaşekirina kongreyê tên hem ji aliyê polêsan va hem ji aliyê wezîfedarên HDPê va tên kontrolkirin û paşê derbasî salonê dibin. Li salona ku kongre lê tê kirin, posterê Ataturk û Alaya Tirkan hat daliqandin. Salon bi flamayên HDPê va hat xemilandin. Li çaviya ku vexwandî jî lê rûdinên, duruşmeyên bi kurdî û tirkî li ser afîşan nivîsar e.
Li gor texmînê 5 hezar vexwandî û hezar û 49 delegeyên kongreyê wê beşdar bibin. Ji ber akredîtasyonê hin saziyên medyayê derbasî salonê nekirin. Di kongreyê da ji bilî hevserokên giştî endamên Meclisa Partiyê ku wê ji 100 kesên esil, 50 kesên cîgir pêk were, Lijneya Dîsiplînê ya Navend ku wê ji 7 kesên esil, 2 kesên cîgir pêk were, Lijneya Lihevkirinê ku wê ji 5 kesên esil, 2 kesên cîgir pêk were, werin hilbijartin.
Li derveyî salonê jî ekranekî mezin danîne û kesên derveyî salonê jî wê bikaribin kongreyê teqîb bikin.