ANKARA
Dadgeha Makezagonê piştî ku Partiya Demokratîk a Civakê (DTP) girt, ji bo 37 kesan siyaset qedexe kir ku di nav van kesan de Leyla Zana, Aysel Tugluk û Kemal Aktaş jî hene. Dema qedexeya van di 31 barfanbarê de kuta dibe û ev pişt re wê derbasî HDPyê bibin.
Piştî ku Dadgeha Bilind di 11ê berfanbara 2009an DTP girt, ji bo gelek rêvebirên partiyê siyaset hatibû qedexekirin. Li gor biryara dadgehê partî bi hinceta "gotin û kirinên" Serokê Giştî yê DTPê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk û Alîkara Serokê Giştî û Parlementera Diyarbekirê Aysel Tuglukê hat girtin û piştî ku biryara dadgehê di 31ê berfanbarê de di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin, palementeriya wan ketibû.
Bi biryarê re ji bilî Turk û Tuglukê, siyaset 5 salan ji bo Abdulkadîr Firat, Abdullah Îsnaç, Ahmet Ay, Ahmet Ertak, Alî Bozan, Ayhan Ayaz, Aydin Budak, Ayhan Karabulut, Bedrî Firat, Cemal Kuhak, Denîz Yeşîlyurt, Ferhan Turk, Fettah Dadaş, Haci Uzen, Halît Kahraman, Hatîce Adibellî, Hilmî Aydogdu, Huseyîn Bektaşoglu, Huseyîn Kalkan, Îbrahîm Sunkur, Îzzet Belge, Kemal Aktaş, Leyla Zana, Mehmet Salih Saglam, Mehmet Veysî Dîlekçî, Metîn Tekçe, Murat Avci, Murat Taş, Musa Farîsogulları, Mustafa Tunç, Nejdet Atalay, Nurettîn Demirtaş, Orhan Mîroğlu, Sedat Yurttaş, Selîm Sadak jî hatibû qedexekirin.
Li gor biryara dadgehê dema qedexeya 37 kesan di 31ê berfanbara 2014an de diqede. Piştî ku qedexe biqede Leyla Zana, Aysel Tugluk û Kemal Aktaş wê derbasî HDPê bibin. Piştî ku Zana, Tugluk û Aktaş derbasî HDPê bibin, hejmara parlementerên HDPê dertê 30î.
Tê gotin ku Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî wê derbasî DBPê bibe.
Parlementerê Wanê Kemal Alktaş der barê mijarê de axivî û wiha got: "Jixwe dewlet jî dizane, Serokê Dadgeha Bilind jî dizane ku em karên HDPê dikin. Heta niha em di HDPê de bûn, em ê piştî vî qasî jî karên fermî di HDPê de bimeşînin."
Aysel Tuglukê jî got: "Jixwe em her tim di HDPê de bûn. Piştî ku qedexe rabe, em ê bi awayekî fermî derbasî HDPê bibin."