Li ser îdiayên ku dibêjin di lêpirsîna bi navê "Rêxistina Terorê ya Artêşa Qudsê" ku bi navê "Selam Tevhîd"ê tê zanîn da, bêusûlî hat kirin û di operasyona hatibû kirin de 34 leşker hatibûn binçavkirin. Ji 34 leşkerên ku di operasyona li ser rêxistina paralel da hatin binçavkirin 32 kes bi daxwaza girtinê sewqî mehkemeyê kirin.
Îfadedayîna 34 leşkerên ku di nav wan da serdar û serheng jî hene yên ku li Leşkergeha Beşîktaşê ya Fermandariya Herêma Înzibatên Leşkerî ya Rojavayê Gelî ya ku li Dolmabahçeyê ye, temam bû.
Dozgeriya ku lêpirsînê didomîne bi hinceta "Endamtiya rêxistina terorê, jiholêrakirin an jî ji bo wezîfeya xwe neke astengderxistina li hemberî Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" 32 leşker bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. 2 lekerên din jî bi biryara dozgeriyê serbest hatin berdan.
32 şikbarên ku sewqî dadgehê kirin, anîn Qesra Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê. Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 2yan yê îfadeya leşkeran bistîne.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna li dijî rêxistina paralel da bi hinceta "guhdarkirina dereqanûnî, sîxurî, îxlalkirina jiyana şexsî, qeydkirina dereqanûnî ya daneyên şexsan, sextekariya di belgeyên fermî da, avakirin, revebirin û endamtiya rêxistina terorê, jiholêrakirin an jî ji bo wezîfeya xwe neke astengderxistina li hemberî Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" va lêpirsîn didomand, di lêpirsînê da gava 3yan xwe gihandinbû leşkeran.