ÎSTANBUL
Anadolu Agencyê (AA) di çarçoveya armanca xwe ya ku bibe yek ji ajansên herî bibandor ên dinyayê bi awayekî fermî dest bi weşana farisî ya ku nehemîn zimanê weşanê yê Anadolu Agencyê ye, kir.
Li Serwîsa Farisî ya ku li Midûriya Giştî ya Herêma Stenbol a AAyê ye bi beşdariya Arîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê AAyê Metîn Mûtanoglu bi Tehranê re di heman demê de resepsiyon hat lidarxistin.
Serwîsa farisî bi hesasiyeteke mezin amadehiyên xwe yên weşanê dikir û ev demek bû weşana ceribandinê dikir. Bingeha teknîk a serwîsa farisî wisa hat avakirin ku dê ji bo çapemeniya Îran, Efxanistan û Tacikistanê nûçeyan amade bike. Saziyên weşanê yên hemû welatên ku farisî diaxivin dê ji îro pê ve derfetê bibîne ku hemû geşedanên li Rojhilata Navîn, Ewropa, Asya û Amerîkayê ji nûçeyên rast û ewledar ên AAyê bişopînin.
Armanca AAyê ew e ku bi weşana xwe ya farisî rengeke nû bîne çapemeniya herêmê. Edîtoriya Nûçeyên Farisî ya ku navenda wê li Tehranê ye dê geşedanên di mijarên li dinyayê siyaset, aborî, werzîş, tûrîzm, jiyan, çand û hunerê de bi wêne û dîmen serwîsê cihên ku weşana farisî dikin, bike.