02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
Anadolu Agencyê (AA) ji hewayê ve dîmen û wêneyên Sûra navçeya Diyarbekirê ku bûyerên terorî lê diqewimin kişand.
Li navçeya dîrokî ya Sûrê êrîşên PKKya rêxistina terorê li ser welatiyên li herêmê tesîreke neyînî dike.
Di dîmenên ku ji helîkoptêrê hatin kişandin de endamên rêxistina terorê çalên çawa kolane, barîkat û dafik danîne û jiyana welatiyan serobin kirine tê dîtin.
Dema meriv ji hewayê ve li navçeyê dinihêre dibîne navçe bi şeklê xwe dişibe masîkartûxkê û avahiyên hatine çêkirin ji ber ku di rêbaza labirentê de ne û ev yek jî reva terorîstan hêsan dike.
Wisa xuya dike ku endamên rêxistina terorê ji bo kamûfle bibin di avahiyên li kuçeyan de çarşef dalqandine û ji bo hin kûçeyan jî bigirin branda bi cih kirine.
- Şêniyên taxê nikarin biçin mizgeft û dibistanan
Ji hewayê ve baş tê dîtin li taxên Fatîh û Hasirliyê di kuçeyên ku dibistan, mizgeft û Navendên Civakî yên pir Armanc (ÇATOM) lê ne de çal hatine kolandin û barîkat hatine danîn.
Li herêma ku terorîst rewşa welatiyan qet nafikirin û êrîşên xwe didomînin de gel nikare ji ber êrîşa biçe mizgeft û dibistanan û kar û barên xwe hel bike.
Helîkoptêra polêsan di têkoşîna li dijî terorê de tê bikaranîn
Polês jî di demên dawîn de ji ber bûyerên terorî yên ku zêde bûn operasyonên xwe zêde kirin û helîkoptêrên xwe jî di van deman de bi kar tînin.
Piştî çalakiyên terorê helîkoptêrên polêsan radibin û ji helîkoptêrê agahî ji ekîba polêsên operasyonê birêvedibin re cihê terorîstan tê gotin.
Di helîkoptêrên polêsan de kamerayên ku him bi şev û him jî bi roj dîmenên gelek bi qelîte dikişînin hene û bi saya vê taybetiyê jî cihên ku terorîst birevin gelekî kêm dibin.