Esin Işık
25 Sibat 2023•Rojanekirin: 26 Sibat 2023
Midûrê Giştî yê Erdhej û Kêmkirina Rîskê ya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) Orhan Tatar ji bo erdheja bi mezinahiya 5,3yan li Bora navçeya Nîgdeyê çêbû got ku em vê erdhejê weke erdhejeke serbixwe dinirxînin.
Tatar li AFADê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û der barê erdheja bi mezinahiya 5,3yan li Bora navçeya Nîgdeyê çêbû da axivî.
Midûrê Giştî yê Erdhej û Kêmkirina Rîskê ya AFADê Tatar got ku em erdheja li Bora navçeya Nîgdeyê çêbû weke erdhejeke serbixwe dinirxînin.
AFADê ragihandibû ku di saet 13.27an da navend Bora navçeya Nîgdeyê bi mezinahiya 5,3yan erdhej çêbûye.
Hatibû diyarkirin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê da çêbûye.