Li gor daxuyaniya AK Partiyê namzetê Serokomariyê yê AK Partiyê di 1ê tîrmehê de bi civîneke ku li Navenda Kongreya ATOyê bê lidarxistin de dê bê eşkerekirin.
Ji bo civînê amadehiyên partiyê dewam dikin.
Namzetê Serokomariyê, parlementerên heyama 21, 22, 23 û 24an, wezîr, alîkarên wezîran, serokên şaredariyên bajêr, navçe û bajarokan, endamên MKYKyê, delegeyên kongreyê, serokên bajêr û avakerên partiyan dê beşdarî civînê bibin. Namzetê AK Partiyê dê 11.30an de bê eşkerekirin.
Mêvanên ku hatin dewetkirin, bi kartên ku ji bo wan hatine amadekirin ve dê ji saet 09.00an pê ve bikevin avahiyê ku civîn dê bê kirin.