ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got: "Li Xezeyê saziya çapemeniyê ya tekane ya ku ber xwe dide, saziya ku nûçeyan bi zindî radigihîne dinyayê, wêneyan radigihîne Anadolu Agency ye. Bi zanetî bombe avêtin AAyê. Me dixwast ku ne tenê ji Tirkiyeyê, hemû saziyên dinyayê yên bi çapemeniyê re eleqedar in ev êrîş lenet bikirana, rexne bikirana û li dijî vê êrîşa ku li hemberî çapemeniyê hat kirin bisekiniyana. Lêbelê mixabin tiştekî wiha nekirin."
Arinç nûnerên saziyên ku girêdayî wî ne li Avahiya Nû ya Serokwezîrtiyê qebûl kir û cejna wan pîroz kir.
Midurê Giştî yê Anadolu Agencyê Kemal Ozturk, Midurê Giştî yê TRTê Îbrahîm Şahîn, Midurê Giştî yê Çapemenî, Midurê Giştî yê Weşan û Enformasyonê Murat Karakaya, Midurê Giştî yê Waqifan Adnan Ertem, Serokê RTUKê Davut Dursun, Serokê Saziya Bilin ya Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturk Derya Ors û heyet beşdarî pîrozbahiya cejnê bûn.
Arinç ji saziyan re tebrîk şand û cejna xebatkarên saziyan jî pîroz kir û wiha dewam kir: "Bi taybetî buroya Anadolu Agencya me ya Xezeyê hat bombebarankirin û mixabin nûçegihanekî hevalê me birîndar bû û ew anîn Tirkiyeyê. Yên din jî ji talûkeyên mezin filitîn. Şikir ji Xwedê re tu kes nemir û tiştek bi kesî nehat."
Arinç wiha dewam kir:
"Lê mixabin Li Xezeyê saziya çapemeniyê ya tekane ya ku ber xwe dide, saziya ku nûçeyan bi zindî radigihîne dinyayê, wêneyan radigihîne Anadolu Agency ye. Bi zanetî bombe avêtin AAyê. Lê bereket be ofîs hatibû valakirin, kes tê de tunebû. Ji ber vê yekê jî li wê derê kes nemir, lê em li wê derê nûçegihanê herêmî îstixdam dikin. Ji wan hevalekî me ji pê xwe giran birîndar bû û ew li ser Misrê re anîn Tirkiyeyê. Tedawiya wî tê kirin.Me dixwast ku ne tenê ji Tirkiyeyê, hemû saziyên dinyayê yên bi çapemeniyê re eleqedar in ev êrîş lenet bikirana, rexne bikirana û li dijî vê êrîşa ku li hemberî çapemeniyê hat kirin bisekiniyana. Lêbelê mixabin tiştekî wiha nekirin."