08 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Di çarçoveya lêpirsîna terorê da ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê va tê ajotin, parlementera Agiriyê ya Partiya Demokrata Gelan (HDP) Leyla Zana hat binçavkirin, bi şerta kontrola edlî hat berdan.
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsînê da bi îdiaya "endambûna rêxistina terorî ya çekdar" doz li Leyla Zana hatibû vekirin, lê tevî ku teblîxat jê ra hatibû şandin, Zana neçibû îfadedayînê û der barê wê da biryara "bi zorê anînê" hatibû derxistin.
Zana, piştî jêpirsîna li dozgeriyê ji aliyê Hakîmtiya Sulh û Cezayê ya nobedar ve bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan.

- Der barê parlementerê HDPê Aslan de biryara "bi zorê anînê"
Ji aliyekî din va hat ragihandin ku der heqê Parlementerê HDPê yê Batmanê Mehmet Alî Aslan de, ji ber ku digel teblîxê neçû îfade dayinê, biryara "bi zorê anînê" hat derxistin.
Aslan tevlî rûniştina doza ku li 5emîn Dadgeha Cezayê GIran a Batmanê hat destpêkirin nebû.
Ji bo Aslanê ku li gor ûsûla da dadgehê teblîx jê re hat şandin û nehat dadgehê biryara "bi zorê bînin dadgehê" hat derxistin û rûniştin hat taloqkirin.
Di îdianameyê de tê xwestin ku Aslan ji ber sûcên wekî "li hemberî qanûna civîn û pêşandanê muxalefet" û "li wezîfedarên kamuyê heqaret"ê bê darizandin.