ORDU
Binefser Nejdet Aydogduyê ku li Diyarbekirê rastî êrîşê hat û cangorî bû li warê bav û kalê xwe Unyeya navçeya Orduyê hat definkirin.
Cinazeyê Aydogdu ji ber mala bavê wî ya li taxa Pelîtliyatakê dan ser milan û anîn Mizgefta Çalcayê.
Piştî nimêja înê jî nimêja cinazeyê Aydogdu hat kirin û jê re dia hat kirin.
Nas, dost û xizmên malbata Aydogdu ew bi tenê nehîştin û bi dayika wî Ayşegul û xanima wî Esrayê re eleqedar bûn.
Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Nurettîn Canîklî hin rayedarên dewletê û gelek welatî nimêja cinazeyê Nejdet Aydogdu kirin.
Ji pey nimêjê re jî cinazeyê Aydogdu di goristana li kêleka mizgeftê de hat definkirin.
- Bûyer
Nejdet Aydogduyê ku li bazara Taxa Korhata Baglara navçeya Diyarbekirê digel xanima xwe danûsitandin dikir rastî êrîşa du 2 kesên rûpêçayî hat. Aydogduyê ku û li nexweşxaneyê dihat dermankirin digel hemû midaxeleyan cangorî bû.