Midûrê Ewlekariyê yê Stenbolê Huseyîn Çapkin ji wezîfeyê hilgirtin û dan navendê. Çapkin got: "Ez çawa hatibim, wisa jî diçim. Bi xêr be. Ez ê bibim Waliyê Navendê."
Midûrê Ewlekariyê yê Stenbolê Huseyîn Çapkin saet 13.45an de li ber Midûriyeta Ewlekariyê ya Stenbolê ku li ser Kolana Vatanê ye pirsên rojnamevanan bersivandin û wiha got: "Em memûrê dewletê ne, em çawa hatibim, wisa jî diçin. Bi xêr be. Min 4 sal û nîv ji dewlet û gelê xwe re bi fedakarî xizmet kir. Îro jî wekî memûrekî ez ê bibim Waliyê Navendê. Jixwe ez waliyê navendê bûm û ji bo xizmetê hatibûn Stenbolê. Ji bo min û dewlet û gelê min bi xêr be."