Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz
14 Tebax 2022•Rojanekirin: 15 Tebax 2022
Li Perwariya navçeya Sêrtê cinazê hemşîre Eyup Guneşê ji bo hevala xwe ya ro da çû xelas bike xwe avêtibû Çemê Miksê û winda bûbû hat dîtin û definkirin.
Cinazê Eyup Guneşê 27 salî li nêzîkî Sûlava Karervazê ya 1500 mêtro dûrî cihê ku ew ketibû Çemê Miksê hat dîtin.
Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê cinaze teslîmî malbatê hat kirin.
Li Mizgefta Şêx Musa nimêja wî hat kirin û ew li Goristana Şêx Musa hat definkirin.
Aydin Guneşê bavê wî û malbata wî di merasima cinazeyê da giriyan.
Halîme Tîmurtaşa di Midûriya Tenduristiyê ya Perwariyê wezîfedar bû di 11ê hezîranê da ji ber ku lingê wê teisîbû ketibû Çemê Miksê û kesên derdorê çiqas hewl dabûn jî nikaribûn wê xelas bikin. Hemşîre Eyup Guneş jî ji bo hevala xwe xelas bike xwe avêtibû çem, lê di ro da çûbû û winda bûbû.
Cinazê Guneş piştî xebateke 64 rojan li nêzîkî Sûlava Karervazê ya 1500 mêtro dûrî cihê ku ew ketibû Çemê Miksê hatibû dîtin.