Ahmet Aydın
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
ANKARA
Daxwaza texliyeyê ya Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku bi rêya parêzerên xwe kiribû, ji aliyê mehkemeya ku lê tê darizandin, red bû.
Bi mebesta texliyeya Demîrtaş parlementera HDPê ya Batmanê Ayşe Acar Başaran û komek parêzer 15ê gulanê serlêdana 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê kiribûn.
Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê sitend, dadgehê bi sedema ku merca kontrola edlî ya dadgehê wê têrê neke, daxwaza texliyeyê ya Demîrtaş red kir û biryara berdewamiya girtîbûnê da.