Türkan Tosun
11 Mijdar 2020•Rojanekirin: 12 Mijdar 2020
Keştiya Lêkolîna Sîsmîk Oruç Reîs wê heta 23ê mijdarê li Behra Spî xebatên xwe bidomîne, keştiyên bi navê Ataman û Cengizxan jî wê bi wê ra bin.
Beriya vê daxuyanî hatibû dayîn ku Oruç Reîs wê heta 14ê mijdarê li herêmê bixebite.
Keştiya lêkolîna sîsmîk Oruç Reîs, sînorên parzemînî û çavkaniyên xwezayî di serî da dikare her cure lêkolînên jeolojîk, jeofîzîk, hîdrografîk û oşînografîk pêk bîne.
Techîzatên keştîyê tam e û li dinyayê ji keştiyên kêmdîtî yê lêkolînê ye, dikare lêkolîna jeofîzîk a sîsmîk a 2 ber û 3 ber, gravîte û manyetîk bike. Heya 8 hezar mêtre kûrahiya behrê da keştî dikare operasyonên sîsmîk ên 3 ber; heya 15 hezar mêtre kûrahiyê jî dikare operasyonên sîsmîk ên du ber bike.