Ahmet Kaplan
24 Nîsan 2021•Rojanekirin: 27 Nîsan 2021
Deriyê Biguhar ê Bedena Diyarbekirê li navçeya navendî ya Sûrê ye û di sala 2015an da ji alî UNESCOyê va wek Mîrata Çanda Dinyayê hatibû pesendkirin piştî restorekirinê hat vekirin.
Restorekirina Deriyê Biguhar ê dîrokî yê ji deriyên Bedena Diyarbekirê hat temamkirin.
Ev derî dema Osmaniyan di heyama Qanûnî Siltan Silêman da ji bo çûn û hatina di navbera Kelha Navîn û nav Sûrê da hatiye çêkirin û bi restorekirina piştî 6 salan ji nû va hat vekirin. Ew derî wê demê ji alî gel va dihat emilandin.
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xebatên restorekirinê dewam dikin û ew peyderpey bi welatiyan ra li hev dikin û der û dorê Bedena Diyarbekirê vedikin.
Karaloglu destnîşan kir ku ew xebatên ji bo Diyarbekirê dikin didomînin û herî dawîn Deriyê Biguhar ê li ser Bedena Diyarbekirê ku di dîrokê da wek deriyê gel bi kar aniye tê zanîn, restore kirin û ji çûn û hatinê ra vekirin.
Walî Karaloglu got ku restorekirina Bedena Diyarbekirê di qada turîzm û aboriyê da wê bi kêrî bajêr bê.