Ahmet Aydın
09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir ku hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Mûsilê bi mebesta perwerdeyê ye û ê berdewam be û got, "Hebûna me li Mûsilê li gorî rêzikên hevpeymaniyê ye. Em dikarên vê mijarê digel Iraqiyan biaxivin û çareser bikin. Hebûna leşkerê Tirkiyeyê li Mûsilê bi mebesta têkoşîna dijî DAEŞê ji bo piştgirya gelê Iraqê ye. Ti têkiliya wê bi binpêkirina mafê serweriya welatekî nîne."
Kalin anî ziman ku ê têkilî û hevdîtin di vê mijarê da digel rayedarên Iraqê bidomin û got, "Di warê têkoşîna dijî DAEŞê da,ê qet paşvekişîn çênebe. Ji ber ku Mûsil nuha jî di destê DAEŞê da ye. Bi hewlên Rêzdar Mesûd Barzanî Şingal ji destê terorîstên DAEŞê rizgar bû. Lê belê Mûsil û derdora wê cihê ku xelkê Iraqî wate ereb, tirkmen yan jî kurd lê dijîn, pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye. Di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê da ê piştgiriya me ji birayên me yên Iraqî ra bidome."
- "Tirkiye karê xwe bi dilsoziya dewletbûnê dike"
Berdevkê Serokomariyê di derbarê îdîayên ku tê gotin "Amerîka ji bo leşkerên li Mûsilê bertek nîşan daye" got, "Na, weke ku min got di wê mijarê da têkiliya me bi rayedarên Iraqê ra berdewam e. Bi taybet bi peymana ku piştî 2014an hat îmzekirin, mijara perwerdekirina leşkerê Iraqê di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî daye. Tirkiye karê xwe bi dilsoziya dewletbûnê dike. Heta terefê hember razî neke, ne mumkîn e karekî wisa bike."
- "PKK rêxistineke terorê ye"
Îbrahîm kalin bal kişand ku lazim e neyê jibîrkirin, PKK rêxistineke terorê ye û got, "Em nabêjin ev "teror başe" yan ev "teror xerab" e. Em weke Tirkiyeyê dijî hemî curê terorê ne. Çawa ku em digel hemî cîhanê li dijî DAEŞa terorîst têdikoşin, em li hêviyê ne civaka navneteweyî jî di warê têkoşîna dijî PKKê da piştgiriya me bike."
Kalin behsa êrîşên PKKê yên dijî welatî, mizgeft û berhemên dîrokî kir û got, "Ka berteka cîhanê? Ma ev jî ne terorîzm e, mirovan dikujin, êrîşî mizgeft û berhemên dîrokî dikin, ma ew ne rêxistina terorê ye? Ma PKK di lîsteya terorê ya Ewropa û Amerîka da ye? Ji ber vê, em dibêjin mafê me yê serekî ye ku em jî daxwaza piştgiriyê bikin."