Doza li Eskîşehirê di bûyerên parqa Geziyê da kuştina xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz hat dîtin. Der heqê polêsên ku di dozê da tên darizandin da biryar hat dayîn. Li gor biryarê der heqê Mevlut Saldoganê polês da 10 sal û 10 meh, der heqê Yalçin Akbulutê polês da 10 sal, der heqê Muhammed Vatansever da 6 sal û 8 meh, der heqê Ramazan Koyuncu da 6 sal û 8 meh, Îsmaîl Koyuncu da 6 sal û 8 meh, der heqê Ebubekir Harlar da 3 sal û 4 meh ceza hatin dayîn.
Serokê Dadgehê piştî navberê axivî û diyar kir ku di doza ku ji her aliyên Tirkiyeyê beşdarvanê wê hene da hemû îdia û parastin hatin nirxandin.
Serokê Dadgehê destnîşan kir ku di navberê da bi lijneyê ra muzekere kirine, dikarin biryara dadgehê rexne bikin lê belê divê bertekên demokratîk bên nîşandan û wiha axivî: "Heke bertekên xwe bi awayê demokratîk, piştî ku min biryar eşkere kir li derva nîşan bidin ez ê bextewar bim."
Serokê Dadgehê paşê jî biryar eşkere kir. Der heqê Mevlut Saldoganê polês ê ku girtî dihat darizandin da ji ber "bû sedema mirinê û bi zanayî birîndarkirinê" 13 sal ceza hat dayîn. Ji ber ku di dema darizandinê da pirsgirêk dernexist ji 6an 1 cezayê wî hat daxistin û ceza bû 10 sal û 10 meh.
Der heqê Yalçin Akbulutê polês ê ku negirtî dihat darizandin da ji ber "bû sedema mirinê" 12 sal ceza hat dayîn. Ji ber ku di dema darizandinê da pirsgirêk dernexist ji 6an 1 cezayê wî hat daxistin û ceza bû 10 sal.
Der heqê Muhammed Vatansever, Ramazan Koyuncu û Îsmaîl Koyuncu da jî ji her yekî ra 8 sal ceza hat dayîn. Ji ber ku di dema darizandinê da pirsgirêk dernexistin ji 6an 1 cezayê wan hat daxistin û cezayê her yekî bû 6 sal û 8 meh.
Der heqê Ebubekir Harlarê ku girtî dihat darinzandin da ji ber "sûcê bi zanayî birîndakirin û sedembûna mirinê 8 sal ceza hat dayîn. Ji bo ku kirina wî tam nebûye ceza ji sedî 50 hat daxistin paşê jî ji ber ku di dema darizandinê da pirsgirêk dernexist ji 6an 1 cezayê wî hat daxistin ceza bû 3 sal û 4 meh. Harlar dema ku girtî dihat darizandin ev ceza kişandibû û ji ber vê jî serbest hat berdan.
Der heqê Huseyîn Engîn û Şaban Gokpinar ên ku negirtî dihatin darizandin da jî biryara beratê hat dayîn.