Elif Orhan
28 Hezîran 2019•Rojanekirin: 30 Hezîran 2019
Biryarên ku Daraza Bilind di çarçoveya doza rawestandina tirên MÎTê da da, hatin eşkerekirin
Daraza Bilind di doza rawestandina tirên MÎTê da 22 sal û 6 meh cezayê hebsê da Serdozgerê Edeneyê yê berê Suleyman Bagriyanik.
Daraza bilind di doza rawestandina TIRên MÎTê da 20 sal cezayê hebsê da Fermandarê Herêma Cendirmeyan ê Edeneyê yê berê Tuxgeneral Hamza Celepoglu.
Daraza Bilind di doza rawestandina TIRên MÎTê da 18 sal û 9 meh cezayê hepsê da Ahmet Karacayê Wekîlê Serdozgerê Edeneyê yê berê.
Daraza Bilind di doza rawestandina TIRên MÎTê da 26 sal cezayê hepsê da Azîz Takçiyê Dozgerê Edeneyê yê berê yê bi rayeya taybet.
Daraza Bilind di doza rawestandina TIRên MÎTê da 17 sal û 3 meh cezayê hepsê da Ozcan Şîşmanê Dozgerê Edeneyê yê berê.
Daraza Bilind di doza rawestandina TIRên MÎTê da 20 sal û 5 meh cezayê hepsê da Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr ê Edeneyê yê berê Albayê Qurmay Ozkan Çokay.
Daraza Bilind di doza rawestandina TIRên MÎTê yên li Edene û Hatayê da gihaşt wê encamê ku bersûcan kirinên xwe bi telîmata rêxistinî kirine.
Daraza Bilind di doza rawestandina TIRên MÎTê da biryar da ku kirinên bersûcan sûcê temîn û eşkerekirina belgeyên veşartî tên dewletê ye.