Sevim Hatun
27 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
BURSA
Diqel hemû tewdîrên hatin hildan û hişyariyên ku hatin dayîn, di betlana Eydiya Qurbanê ya ku 9 rojan dewam kir de, di qezayên trafîkê de 134 kes mirin û 816 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê civand, di roja ewil a betlana eydiyê de, hejmareka zêde qezayên trafîkê çêbûn. Di 24 saetên dawîn ên îro da (heta saet 17.00an) 18 kes mirin û 133 kes jî birîndar bûn.
Ji destpêka betlana eydiyê hetanî îro, di qezayên trafîkê de 134 kes mirin û 816 kes jî birîndar bûn.
-Di betlana eydiyê de bîlançoya qezayên trafîkê
19ê îlonê: 7 mirî, 35 birîndar
20ê îlonê: 15 mirî, 50 birîndar
21ê îlonê: 13 mirî, 92 birîndar
22yê îlonê: 14 mirî, 59 birîndar
23yê îlonê: 16 mirî, 152 birîndar
24ê îlonê: 10 mirî, 119 birîndar
25ê îlonê: 27 mirî, 82 birîndar
26ê îlonê: 14 mirî, 94 birîndar
27ê îlonê: 18 mirî, 133 birîndar