18 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku bi destê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê hefteya dawîn di çarçoveya têkoşîna li dijî PKK/PYDya rêxistina terorê de li Diyarbekir, Bîngol, Sêrt, Bitlîs, Hekarî û Şirnexê 28, li bakurê Sûriyeyê jî 5 terorîst bi tevahî 33 terorîst hatin kuştin.
Di çarçoveya operasyonên adarê de li Diyarbekir, Bîngol, Sêrt, Bitlîs, Hekarî û Şirnexê 28 terorîst hatin kuştin. Di operasyona bakurê Sûriyeyê ya ku di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê de hat kirin de jî 5 terorîst hatin kuştin.
Di operasyonê de dîsa 8 tivingên piyade, 93 bombeyên bidest çêkirî, nêzî hezar û 250 kîlogram jî amonyum nîtrat hat bidestxistin.
Di operasyona hewayî de jî 54 baregehên rêxistinê hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku îmhekirina hedefan pir girîng e, lê ji bo ku sivîl neyên kuştin, hedefên ku rîska wan zêde ye ji planan tên derxistin.