Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê dan hev, îsal HDPyê 268 jin, AK Partiyê 99 jin, CHPyê 103 jin, MHPyê jî 61 jin wek namzed nîşan da.
Niha di parlementoyê de ji 312 parlementerên AK Partiyê 45 parlementer jin in. Hedefa 2015an a AK Partiyê ew e ku hejmara parlmenterên xwê yên jin derxe 80yî.
Di nav namzedên jin ên AK Partiyê de navê hin jinên ku di serdema 28ê sibatê de mexdûr bûn hene. Navên wek Fatma Benlî, Leyla Şahîn Usta, Ravza Kavakçi di listeyê de cih digrin.
- Ji CHPyê 103 jin bûn namzed
Di listeya CHPyê de jî navê 103 jinan heye. CHPyê rêza ewil a Stenbol, Îzmîr û Enqerê ji bo jinan veqetand.
- 61 namzedên MHPyê jin in
MHPyê di listeyê de cih da 61 jinan. Serokcîgira TBMMyê Meral Akşener, Alîkara Serokê Giştî ya wan Rûhsar Demîrel û Zûhal Topçû di rêza ewil de ne.
- Ji HDPyê 268 jin bûn namzed
Li Wanê di rêza ewil de Fîgen Yuksekdag, li Stenbolê herêma sêyemîn rêza ewil dan Pervîn Bûldanê û Leyla Zana jî li Agriyê di rêza ewil de namzed nîşan dan.