29 Mijdar 2019•Rojanekirin: 29 Mijdar 2019
Di kordînasyona Wezareta Karên Navxweyî da di operasyonên dijî PKK/PYD, FETO/PDY, DEAŞ û rêxistinên din yên terorê da di nav 10 mehan da 424 jê mirî, 492 jê sax û birîndar û 397 jê yên teslîm bûne hezar û 313 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda di operasyonên dijî rêxistinên terorê da di nav 10 mehan da 424 jê mirî, 492 jê sax û birîndar û 397 jê yên teslîm bûne hezar û 313 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da 11 hezar û 39 jê ji PKKyê, 29 hezar û 752 jê ji FETOyê, 2 hezar û 491 jê ji DEAŞê û 701 jê ji rêxistinên çepgir 43 hezar û 983 şikbar hatin binçavkirin û ji şikbaran 2 hezar û 143 jê ji PKK, 4 hezar û 907 jê ji FETOyê, 821 jê ji DEAŞê û 160 jê ji rêxistinên çepgir 8 hezar û 31 kes hatin girtin.
Di teqîbat û lêgerînê da hezar û 388 çek, 526 mayîn/teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, 808 bombeyên destan, 38,6 ton teqemenî û 257 hezar cebilxane hatin qefaltin.
Hêzên ewlehiyê di operasyonên di nav 10 mehan da 247 jê yên PKKyê, 3 jê yên DEAŞê û 7 jê yên rêxistinên çepgir rê li ber 257 bûyerên terorê girtin.