ANKARA
Nûçegihanê ku ewlehî û rûmeta Meclisê binpê bike, karta wî ya parlementoyê wê were îptalkirin. Ji bo vê "Rêziknameya Meclisê ya Der Heqê Xebatên Xebatkarên Çapemenî û Weşanê de" guhertin hat kirin û ev guhertin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di "Rêziknameya Meclisê ya Der Heqê Xebatên Xabatkarên Çapemenî û Weşanê de" ku di 12ê adara 2013an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin de xala 3yemîn ya benda 14emîn hat guhertin.
Li gor guhertinê di biryara ku Rojnameya Fermî de hat weşandin, wiha hat gotin: "Nûçegihanê ku ewlehî û rûmeta Meclisê binpê bike, karta wî ya parlementoyê wê bi destê rêvebirê îdarî were îptalkirin. Hinceta îptalkirinê wê ji nûçegihan û saziya wî re were şandin."
Li gor guhertinê nûçegihanê ku karta wî ya parlementoyê were îptalkirin, nikare li Meclisê kar û barên çapemeniyê bike.