02 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu roja înê dê li Mêrdînê "Plana Çalakiyê ya Têkoşîna Dijî Terorê û Rehabîlîtasyonê" ku lingê aborî û civakî yê plana çalakiya masterê ya têkoşîna dijî terorê ye, eşkere bike. Bi vê daxuyaniyê va êdî di têkoşîna dijî terorê da serdemeke nû dê dest pê bike.
Her wezaret û dezgeh dê di çarçoveya qada xwe ya berpirsiyariyê da bixebite, dê hewl bide ku di warê civakî, aborî û psîkolojîk da çareseriyan ji bajar û welatiyên li wê derê yên ku ji terorê mexdûr bûne bibîne.
Li gorî agahiya ku ji Wezareta Navxweyî hat wergirtin, di çarçoveya "Plana Masterê ya Têkoşîna Dijî Terorê" ya ku dê di bin sîwana Misteşariya Asayîş û Ewlekariya Qamûyê da were meşandin da hemû dem û dezgehên dewletê di bibin perçeyek ji plana, "ne dijî terorîst, têkoşîna dijî terorîzmê."
- Li bal herêmê dê teqwiyeke mayînde were kirin
Digel vê Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya dê zêdetirî 4 hezar polîsî bişîne ciyên ku li rojhilat û başûrê rojhilatê operasyon lê dewam dikin.
- Ji bo malbatên ku bûne mexdûrên terorê dê çareserî bên dîtin
Dîsa bi "Plana Çalakiyê ya Têkoşîna Dijî Terorê û Rehabîlîtasyonê" û Bernameya Piştgiriya Civakî û Malbatî ya Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî va pirsgirêkên malbatên mexdûrên terorê tên tespîtkirin û çareserkirin.
Ciyên ku lê qedexeya derketina derva radibe û hêzên ewlekariyê vedikişin, wezaret yek bi yek bi malbatan ra pêwendiyê datîne û der heqê jiyana wan a nû da rehberiya wan dike.
- Taloqkirina prîman û sepana deyndayînê ya seba esnafan
Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî jî di çarçoveya "Plana Çalakiyê ya Têkoşîna Dijî Terorê û Rehabîlîtasyonê" da li bajarên ku bûyerên terorê lê diqewimin dê tehsîlkirina prîman taloq bike û ji bo sepana deynan dê gavan bavêje.
Ji TOKÎyê veguhastina bajêr
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî dê di çarçoveya plana masterê da seba avhiyên baş û çêtir dê li bajarên herêmê xebata veguhastina bajêr bike.