Serokê Birêvebirina Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîriyê (AFAD) Fûat Oktay got: "Deriyê me ji bo hemû penaberan re vekiriye. Daxwaza me ew e ku em ji bo mêvanên xwe cihên tendurist amade bikin."
Oktay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku zêdetirî 100 hezar kesî, ji ber pevçûnên li herêma Tel Abyadê xwe sipart Tirkiyeyê.
Oktay got ku heta ji destê me tê em alîkarî didin û got ku AFAD bi şev û bi roj ji bo birînên penaberan bipêçe dixebite.
Oktay got ku daxwaza wan ew e ku hejmar zêde nebe û wiha berdewam kir: "Mixabin li wî alî sînor şer û pevçûn hene. Dibe ku hejmar zêde bibe. Bi vê hincetê em ji bo avakirina kampekî tendurist amadehiyan dikin. Xebatên me berdewam dikin."
Oktay got ku ew tewdîrên berfireh digrin.
Oktay bibîr xist ku li Tirkiyeyê zêdetirî milyon û nîvê penaberên sûriyeyî hene û wiha got: "Deriyê me ji bo hemû penaberan re vekiriye. Daxwaza me ew e ku em ji bo mêvanên xwe qadeke tendurist amade bikin. Di nav penaberan de gelek jin û extiyar hene. Ji bo zarokan me kampanyaya aşiyê da destpêkirin. Niha herî zêde em bi tenduristiyê re mijûl dibin, hê dor nehatiye perwerdeyê."
Oktay di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye ketiye binê barekî giran û got di vê mijarê de divê welatî bi sebir bin.