Konseya Oganîzasyonan a Misilmana ya DYAyê (USCMO) diyar kir ku bûyerên di sala 1915an de qewimîn hêj ji aliyê dîroknasan ve bi awayekî objektîf nehatine nirxandin, ev bûyer wek "qirkirin" tên binavkirin; ji ber vê yekê binhişeke neadil di nav civakê de çêdibe, herwiha ev bîr û baweriyên ku di nav civakê de çêdibin dê zirarê bide têkiliyên Tirkiye û Ermenistanê.
USCMOyê berî salvegera bûyerên 1915an daxuyaniyeke nivîskî belav kir. 24ê nîsanê wek salvegera bûyeran tê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Şerê Cîhanê yê 1emîn ku 4 salan dewam kir, ne tenê li ser ermeniyan di nav de ermenî jî ser zêdetirî 30 miletî bandor kir.
Di daxuyaniyê de cih dan van îfadeyan:
"Ji 24ê nîsanê re hindik ma. Em êş û azara ku ermeniyan dît ji dil ve hîs dikin. Ji bilî vê serokên dîn û siyasetmedar der barê bûyeran û keraseta ku hat serê ermeniyan de daxuyanî didin. Divê ev daxuyanî ne tenê li ser ermeniyan bin di heman demê de qala êşa ku misilman û tirkan jî kişand bê kirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Amerîka ji ber daxuyaniyên rêberên ol û siyasetmederan ên yek alî di nav fikaran de ye. Divê akademîsyen û dîroknas li ser bûyerên ku sed sal berê qewimîn lêkolîn bikin ji bo vê jî xwe bigihînin belgeyên di arşîvan de ne.
Di daxuyaniyê de li ser hevkariya DYA û Tirkiyeyê ya li dijî DAEŞê hat sekinîn, bal kişandin ser alîkariya ku DYA û Tirkiyeyê da penaberên sûriyeyî.
- Di sala 1915an de çi qewimî?
Di sala 1914an de ji ber ku Dewleta Osmanî û Rusya di terefên cuda de ketin Şerê Cîhanê yê 1emîn, nijadperestên ermeniyan ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya Ermenistanê xwe dan pişta hêzên Rusyayê û hevakriyê kirin.
Dema ku artêşa Rusyayê Rojhilatê Anadoluyê dagir kir, ermeniyên dildar ên Osmanî û Rusyayê piştgiriyeke mezin dan Rusyayê. Hin ermeniyên di artêşa Osmanî de jî tevlî artêşa Rusyayê bûn. Yekîneyên ermeniyan rêyên lojîstîk xera kirin û nehiştin artêşa Osmanî pêşve here.
Çeteyên ermeniyan jî li ciyên ku dagir kirin, zilmê li sivîlan kirin û qetlîaman kirin. Hikûmeta Osmanî ji bo pêşî li ber van geşedanan bigire hewl da ku nûner û merivên aqilmend ên ermeniyan qane bike, lê bi ser neket. Piştî ku êrîşên komîteyên ermeniyan zêde bûn, hikûmetê di 24ê Nîsana 1915an de biryar da ku komîteyên şoreşger ên ermeniyan bên girtin, hin serkêşên ermeniyan bên derdestkirin û sirgûnkirin. Peyre ev dîrok ji bo bibîranîna "Komkujiya Ermeniyan" û çalakiyan bi vî rengî hat eşkerekirin û destnîşankirin.
Digel tevdîran êrîşên ermeniyan dewam kirin û di 27ê Gulana 1915an de biryar hat hildan ku ermeniyên li herêmên şer û yên ku bi artêşa Rusyayê re hereket dikin, bên koçkirin. Digel ku Hikûmeta Osmanî di dema koçkirinê de tevdîr hildan jî ji ber şert û mercên şer, şerê navxweyî, komên ku li pey tolê bûn, rêbirî, firarî, xelayî û şova nexweşînan, di rê de gelek ermenî mirin. Belgeyên dîrokî nîşan didin ku hikûmetê van bûyerên trajîk nekiriye û heta sûcên ku li dijî ermeniyan hatine kirin jî ceza kiriye. Yên ku tevlî van bûyeran bûne jî beriya şer biqede, hatine cezakirin û îdamkirin.