20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 22 Nîsan 2016
ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş der barê nîqaşên der heqê rakirina destlênedayînan de got ku "Demirtaş vê mijarê wekî mijareke siyasî tîne rojevê, ez dixwazim bibêjim ku ez vê yekê xweş nabînim. Heke TBMM guherîneke destûra bingehîn bike ev bi temamî mijareke hiqûqî ye. Piştî ku destlênedayîn hatin rakirin jî yê ku dê biryarê bide şaxên darazê yên serbixwe ne. Divê vê yekê nekin wesîleya îstismarê, wesîleya polemîkeke siyasî."
Kurtulmuş li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Îvedîkê Teknoparka ku çêkirina wê berdewam dike ziyaret kir û der heqê xebatan de agahî hildan.
Kurtulmuş li avahiya birêvebirinê ya Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Îvedîkê beriya civîna bi esnafan re bersiva pirsên rojnamevanan da. Gotinên Selahattîn Demirtaşê Hevserokê HDPyê û Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê yên der heqê xebatên rakirina destlênedayînan de bi bîr xistin, Kurtulmuş li ser vê yekê got ku ev mijareke cidî ye.
Kurtulmuş qal kir ku ev çendî sal in ku li Tirkiyeyê hemû partiyên siyasî bi awayekî der heqê rakirina destlênedayînan de fikrên xwe tînin ziman û nirxandina "Bi taybetî di van demên dawîn de der heqê rakirina destlênedayînan de di nav raya giştî de hêviyeke mezin çêbû. Di vê çarçoveyê de em daxwazên partiyên din ên wekî 'Hûn çima destlênedayînan ranakin' didin pêş çav û me çareseriyeke hevpar dît û ji bo ku destlênedayînan hemû dosyeyên berwext bên rakirin madeyeke berwext li ser destûra bingehîn zêde kir û bi madeyeke zêde xebateke wekî rakirina hemû destlênedayînan kir. Di vê mijarê de MHP û CHPyê jî eşkere kirin ku dê vê piştgiriyê bidin. Ji ber wê jî biryar bi temamî biryara parlementoyê ye."
Kurtulmuş destnîşan kir dema ku vê pêşniyazê anîn rojevê ji wê yekê derketin rê ku hem parlemento demeke dirêj bi van dosyeyên destlênedayînê re mijûl nebe hem jî mijara rakirina destlênedayînan êdî nebe amûrê îstismara siyasî û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bi vî awayî em wek siyaset bar didin ser milê parlementoyê, parlementoyê barê ji ser xwe rake û heke pişt re biryareke wiha bê girtin, bi madeya Destûra Bingehîn derbasbûna vê mijarê bê pêkanîn, pişt re bar ji darazê re dimîne. Ji ber wê jî di mijareke ku darazê eleqedar dike de em ê wek siyaset biryarê nedin. Ne wek AK Partî, ne CHP, ne MHP, ne jî wek HDP siyaset ne ew e ku biryarê bide. Ji ber wê jî Birêz Demirtaş vê mijarê wekî mijarekî siyasî tîne rojevê, ez dixwazim bibêjim ku ez vê yekê xweş nabînim. Heke TBMM guherîneke destûra bingehîn bikeve bi temamî mijareke hiqûqî ye. Piştî ku destlênedayîn hatin rakirin jî yê ku dê biryarê bide şaxên darazê yên serbixwe ne. Divê vê yekê nekin wesîleya îstismarê, wesîleya polemîkeke siyasî. Ez wisa bawer dikim ji bo ku li Tirkiyeyê hêviyên ku di nav raya giştî de derketine bên pêkanîn divê pêngavên hewcedar bên avêtin."