Işik derbarê êrîşên 3 dibistanê li navçeya Bûlanikê yên ku bi molotofan êrîş kirin de, daxuyanî da rojnamegeran û got ku ev bûyer wan xemgîn dikin.
Işik wiha berdewam kir:
"Em siyasetmedar ji bo dibistanek bê çêkirin hewl didin, lê hin kes niha rabûne û êrîşê dibistana dikin û zarokên me bê dibistan dihêlin, ez vê yekê şermezar dikim. Heke hûn dixwazin xizmeta kurda bikin, bihêlin bila kurd bixwînin, bibin zana. Hûn kurda bê dibistan bihêlin, dê nezan bimînin û hûnê nikaribin bi vî awayî xizmeta wan bikin. Ev êrîş nîşan didin ku ji kurdên zana ditirsin. Gel dê firsendê nede ew kesên ku bi angaşta 'em kurdê nezan hêsantir ji bo berjewendiyên xwe bikartînin' tevdigerin. Gelê me bi tu awayî firsendê nade kesên ku ber li xwendina zarokên kurda digrin. Em kesên ku ji bo berjewendiyên xwe dibistanan dişewitînin şermezar dikin."
Işik, got ku hin kes bi van provokasyonan dixwazin ber li pêvajoya çareseriyê bigrin û wiha berdewam kir:
"Heke hûn bixwazin pêşbikevin û civakeke zana avabikin divê hûn qadeke aştiyane avabikin. Hûn radibin dibistanan dişewitînin, ev jî nîşan dide ku hûn naxwazin aştî pêk bê."
Işik bangî gelê Mûşê kir ku hay ji xwe hebin û wiha pê de çû:
"Ev 30 salin ku li herêmê şer û tirs heye. Li herêmê qesreke ji xofê avakirine. Dixwazin bi tirs û xofê civakê biçewisînin. Ev, projeyên kesên ku naxwazin gelê herêmê pêş bikeve û li herêmê aştî pêk bê ne. Bila hemû dê û bav hay ji xwe hebin. Bila firsendê nedin van kesan. Hin kes zarokan ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Zarok û dibistanên me ji bo me bi qîmet in."