ANKARA
Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler der barê demokratikbûnê de got ku gavên tên avêtin bi ne tenê ji bo komeke etnîkî û herêmekê ye. Em li ser pakêteke ku hemû welêt dihundirîne û standarda demokrasiyê bilind bike xebatên xwe didomînin.
Ji aliyê din de Muammer Guler li ser mirina Ahmet Atakanê ku li Hatayê mir jî sekinî û got ku ji cihekî bilind ketiye û çûye rehmetê. Guler wiha dewam kir: "Hin kes mirina Ahmet Atakan ji xwe re dikin hincet û dixwazin ku di navbera welatiyan de şer, kişkişîna etnîkî derxin û vê vegerînin pevçûneke mezin. Nemaze li Hatayê, li welatên başûr dixwazin vê çêbikin û ez ji welatiyên xwe dixwazim ku bila hay bi vê hebin.
Guler, der barê demokratikbûnê de got ku gavên tên avêtin bi ne tenê ji bo komeke etnîkî û herêmekê ye. Em li ser pakêteke ku hemû welêt dihundirîne û standarda demokrasiyê bilind bike xebatên xwe didomînin.
Li Hatayê di xwepêşanên bêdestûr de Ahmet Atakan canê xwe ji dest dabû. Dema ku Ahmet ji bînayê ket xwarê kamerayên Televîzyona Akdenîz HRTê di qeydê de bûn.