Tirkiye

Doza mêrgê ya navbera gundan sînorê du navçeyan guherand

Serdar Adıyaman  | 18.07.2024 - Rojanekırın : 21.07.2024
Doza mêrgê ya navbera gundan sînorê du navçeyan guherand Doza mêrgê ya navbera gundan sînorê du navçeyan guherand

Bitlis

 Ji ber doza navbera gundê Alakirê yê Xelata navçeya Bidlîsê û gundê Ariyê yê Bulanixa navçeya Mûşê sînorê her du navçeyan guherîn.

Şêniyên gundê Alakira ser Xelatê bi îdiaya ku qismekî eraziyê wan ê mêrgê derbasî ser Ariya gundê Bulanikê bûye, du sal berê mijar bir ber destê mehkemeyê.

Parêzerê şêniyên gundê Alakirê Muhammed Akîf Koçak daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku bi encama doza ser sînorê ku ji bonê lihevkirin çênedibû va sînorên Xelatê fireh bûn.

Koçak diyar kir ku du sal berê li ser daxwaza gundiyan wan doz vekir û wiha dewam kir, "Ji bo ku sînorê gund were guherandin me doz vekir. Vê dozê nêzî 2 salan kişand. Me bi heyeta mehkemeyê û gundiyan ra keşif kir. Di encama vê keşfê da şahid hatin guhdarkirin. Mehkemeyê mafdarbûna me dît û biryara xwe li gor wê da û wisa îlan kir. Bi vî awayî biryara mehkemeyê teqez bû."

Koçak diyar kir, bi guherîna sînorên gund ra sînorên navçeyê jî guherîn û wiha dewam kir, "Di encamê da sînorên Xelatê 1270 donim fireh bû. Me ev sînor ji Mûşê standin. Pêvajoya mehkemeyê baş derbas bû. Şêniyên her du gundan jî rêza mehkemeyê girtin. Di encama vê biryarê da hem sînorê navçeya me ya Xelatê fireh bû hem sînorê Bidlîsê fireh bû."

Mixtarê gundê Alakirê Derîh Dogan jî diyar kir ku biryara mehkemeyê gundî şa kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.