KARS
Di navbera malbatên Ayilmazê yên ku li gundê Verimliya ku girêdayî navendê dijîn 37 sal berê şerekî ku sedema wê nayê zanîn çebû. Di şer de 3 kes mirin û kesên malbatê yên din jî koçî gundekî din kirin.
Piştî vê bûyerê di nav her du malbatan de doza xwînê dest pê kir. Walî Eyûp Tepe û endamên Komeleya Aştiyê ya Karsê hatin li cem hev, fitarek amade kirin û ev malbat li hev anîn.
Walî tepe di fitarê de wiha axivî û got: "Di vê meha Remezanê ya ku pir xêr de lihevhatin ji bo we şanaziyeke. Ez ji li ser navê we pir bextewar im. Hêviya min ew e ku aştiya li ser vê axê daîmî be."
Damezrînerê Komeleya Aştiyê ya Karsê Zîhnî Çelebî jî bi bîr xist ku doza xwînê ya di nav her du malbatan di demeke dirêj bû ku didomiya û got ku her du malbat jî aştiyê dixwazin.
Mehmet Alî Talîpogluyê ku ji aştiyê kêfxweş e jî diyar kir ku di her du malbatan de birayên wî hene.
Piştî diayê mûftiyê Qersê Mehmet Genç fitar qediya.