Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (Dîcle EDAŞ) nûçeyên ku dibêjin saziya wan ceyranê dide rêxistina terorê DAEŞê, bi daxuyaniyeke nivîskî ve derewand.
Di daxuyaniya Dîcle EDAŞê de hat gotin ku di rojên dawîn de ji bo ku navê şirketa wan bê lekekirin nûçeyên wiha tên çêkirin û ev nûçe ne rast in.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev nûçe ne li gor ehlaqa nûçegihaniyê ye û bi zanetî tên çêkirin ku Dîcle EDAŞê hedef nîşan bidin. Gelê herêmê bi eşkere dibîne ku ev nûçe ji bo kî û çi tên çêkirin. Şirketa me tu caran ceyranê nade aliyê Sûriyeyê. Em ceyranê didin Ofîsa Mehsulên Tirkiyeyê, eskeran û ji bo ronîkirina sînor û ji xwe ev jî tên qeydkirin. Ev rastî tên zanîn, lê dîsa jî ev îdia bi zanetî û ji bo ku me hedef nîşan bidin tên kirin. Di bin ronahiya van agahiyan de em wan kesên ku van nûçeyan çêdikin, diweşinin û hewl didin ku me hedef nîşan bidin şermezar dikin. Emê serî li mehkemeyê bidin û em bangî wan dikin ku bila nûçeyên rast, durist û birêgez çêbikin."