ŞANLIURFA
Guleya hawanê ya ji Sûriyeya herêma şer hat avêtin, li Taxa Murşîtpinarê ya li ser navçeya Sirûcê ket.
Şerê di navbera rêxistina terorê DÎŞI û hin hêzên kurdan de li Kobanê (Eyn el Ereb) berdewam dike. Guleya hawanê ya ji herêma şer hat avêtin li Taxa Murşîtpinarê ya nêzî sînor a li ser navçeya Sirûcê ket.
Welatiyên li der û dorê ji ber guleya ku li Taxa Murşîtpinarê ket tirsayan, lê di encamê de tu kes nemir û birîndar nebû.
Hêzên ewlehiyê jî hişyarî da welatiyan ku nêzî sînor nebin.
Ji hêrêma ku lê şerê kuçeyan berdewam dike, carinan dengê çek û topan tê. Dûyê ji Kobanê hildikşe ji Sirûca navçeya Rihayê ya li ser sînor tê dîtin.