Nihat Kavşut
13 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2019
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Senatoya Amerîkayê bi biryara pêşnûmaya komkujiya qaşo hewl dide ku bi derewan cardin dîrokê binivîsîne."
Oktay li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got: "Senatoya Amerîkayê bi biryara pêşnûmaya komkujiya qaşo hewl dide ku bi derewan cardin dîrokê binivîsîne. Şahidên dîrokê senato yan jî biryarên meclisê nînin, şahidên dîrokê arşîvên dîrokê ne. Em ji bona kesên dixwazin meseleyên dîrokî bînin qada siyasetê arşîvan nîşan didin. Em vê biryara Senatoya Amerîkayê red û şermezar dikin."