Erdogan diyar kir ku ew li gor manşetan îstiqameta xwe kifş nakin, li gor helwesta rêxistinên sermayeyê yên ku navên wan bi derbeyan re tê nivîsandin, îstiqameta siyasetê kifş nakin. Her wiha ew bejna xwe li ber çete, mafya û rêxistinan natewînin û li gor wan nexşerêya welat û gel kifş nakin û wiha pê de çû: "Her tim nexşerêya me gel kifş kir, ji vir şûnde jî gel dê kifş bike. Diayên gel û mezlûman îstiqameta me kifş kirin. Ji vir şûnde jî ew diayên xêrê dê îstiqameta me kifş bikin."