13 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
WASHINGTON
Rayedarên Qesra Spî diyar kirin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama û Serokomarê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dema Civîna Lîderên G20ê ku wê li Antalyayê bê lidarxistin de hevdîtineke dualî bikin.
Di civîna rojane ya Qesra Spî de Berdevkê Çapemeniyê Josh Earnest jî di nav de Şêwirmenda Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Sûsan Rîce û alîkarê wê Ben Rhodes jî beşdar bûn û der heqê planê gera Obama de agahî dan.
Ben Rhodes diyar kir ku Obamayê roja yekşemê piştî bê Antalyayê wê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re bê bal hev û herdu serok wê hevdîtineke dualî bikin. Roja duşemê piştî firavînê jî Obama wê bi hin serokên welatên Ewropayê re bê bal hev û hevdîtinê bike.
Rhodes got ku Obama wê di hevdîtinên xwe de wê li ser meseleya Ukraynayê û têkoşîna li dijî DAEŞa rêxistina terorê tê dayîn bisekine.