AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê li qereqola Fermandariya Hîzba Hidûd a Şehît Fehmî Altinordûyê eskerek ku dîn bû û bi tivinga piyade ve 3 hevalên xwe yên ku di heman kozikê de pê re nobet digirtin kuşt.
Der heqê bûyerê de Walîtiya Agiriyê daxuyanî da û diyar kir ku bi şev di saet 23.00an de li Fermandariya Hîzba Hidûd a Şehît Fehmî Altinordûyê ya ku li ser Fermandariya Tabûra Hidûd ya Gokayê leşkerek dîn bû. Bi tivinga piyade ya ku li ser wî qeydkirî bû 3 hevalên xwe yên leşker ên ku di heman kozikê de pê re nobet digirtin kuşt.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku eskerên ku hatin kuştin yek jê çawişê pispor, yek çawiş û yek jî esker e. Hat ragihandin ku der heqê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê jêpirsîn da destpêkirin.