ANKARA
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn, li Mûsila bajarê Iraqê desteserkirina dîplomatên tirk ên ji aliyê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bi awayekî tund şermezarkir û wiha got: "Tu derfet tune şoka ku min derbas kir ez li ser xwe bavêjim. Ev, bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Ban li civîna Hêza Têkoşîna li Dijî Terorê (CTITF) axivî û qala êrîşa ku li Mûsilê li dijî Serkonsülxaneya tirk pêk hat, kir û got ku ew ji ber revandina Serkonsûl û personel a ji aliyê terorîstan şok bû.
Ban bangî hikûmeta Iraqê, welatên herêmê û civaka navneteweyî kir da ku dîplomat û malbatên wan bi awayekî ewledar bên berdan û ji sûcdaran jî hesab bê pirsîn û wiha pê de çû: "Ez wekî Sekreterê Giştî yê NYyê êrîşên terorê yên bi vî rengî ku li dijî dîplomatan tê kirin, bi awayekî tund şermezar dikim. Êrîşên bi vî rengî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tu derfet tune şoka ku min derbas kir ez li ser xwe bavêjim. Ev, bi tu awayî nayê qebûlkirin."