ÎSTANBÛL
Di dema bûyerên Parqa Geziyê de hat îdiakirin ku Zehra Develîoglû û tevî pitika xwe li Kabataşa Stenbolê rastî êrîşê hatin. Develîoglu piştî vê bûyerê ji Saziya Tip a Dadî rapor sitend û bi wê raporê doz vekir.
Di televizyoneke taybet de hin dîmenên li dijî gotinên Zehra Develîogluyê hatin weşandin û li ser vê jî Develîogluyê hestên xwe bi AAyê re parve kir û got: "Min ew êş kişandin, derd û kulên wê êşê besî min in. Ma ew tiştên ku hatin serê min ne bes in, divê ez hin kesan jî ji bo van tiştan qayîl bikim? Barekî pir giran e û êşeke pir mezin e."
Develîoglûyê diyar kir, roja pêncşemê piştî ku di televizyoneke taybet de hin dîmen hatin weşandin, li dijî wê propagandayeke xerabnîşandanê dest pê kir û wiha pê de çû: "Pêvajo di medyayê de ket rewşeke wisa ku tu yê bêjî qet bûyereke wiha neqewimiye, ne jinek hatiye derb kirin û ne jî zarokekê ji vê bûyerê zirar dîtiye. Ez herçî qala wê bûyerê dikim ew roj tê bîra min û ez naxwazim hûrgiliyên wê parve bikim. Lê ev tiştên ku hatine serê min ne bes in, îcar jî ez wek derewçî jî têm nîşandan. Barekî pir giran e û êşeke pir mezin e. Ez wisa hêvî dikim ew kesên ku ev tişt anîn serê min bê ceza nemînin."
-"Ew kesê ku nexwazin ji min bawer bikin, ewê bawer nekin"
Ji bo bawerkirina merivan Develîoglû dibêje ez ne mecbûr im ku tu kesî îqna bikim û wan bi xwe bidim bawerkirin û wiha pê de çû:
"Ew êş û kesera min besî min e. Ez ne mecbûr im ku kesî qayîl bikim û bi xwe bidim bawerkirin. Ew kesê ku nexwazin ji min bawer bikin, ewê bawer nekin."