20 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2019
Li Sûra navçeya Diyarbekjirê di çarçoveya lêpirsîna terorê da Şaredar Fîlîz Buluttekîna HDPyî û 2 endamên meclisê hatin binçavkirin.
Tîmên Midûrtiyeta Ewlehiya Bajêr di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dimeşîne da Buluttekîn û 2 endamên meclisê binçav kirin.
Karûbarên Buluttekîn û şikbarên din li emniyetê dewam dikin.
Lêpirsîna der heqê Buluttekînê ya bi sedemên "Propagadaya rêxistine terorê, xirabkirina yekîtiya dewletê, suîstîmalkirina wezîfeya xwe, biçûkdîtin û heqaret kirina sazî û Komara Tirkiyeyê" dabûn despêkirin dewam dike.
Bulutttekînê beriya vê jî ji hêla Mehkemeya Cezayê Giran a 11emîn ji ber sedama 'propagandaya rêxistina terorê' bi 10 mehan bi cezayê hepsê va hatibû cezakirin.