ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê îdiayên "guhdarkirina dereqanûnî" de jêpirsîn temam kir û jê 17 polês der barê 18 kesan de îdianame hat amadekirin.
Îdianame ji hêla Dozger Tekîn Kuçuk ve hat amadekirin û dosye şandin Dadgeha Cezayê ya Giran a 12emîn a Enqereyê.
Di îdianameyê de ji bo 18 bersûcan ev sûc hatin gotin; "sixuriya siyasî û leşkerî", "ji bo sûcan bikin avakirina rêxistinê û endamtiya rêxistinê", "di belgeyên fermî de sextekarî", "binpêkirina jiyana taybet", "dereqanûnî bidestxistina gahiyên ferdî".
Tê îdiakirin ku bersûcan Erkan Bulent Haberalê kurê Parlementerê Zonguldakê yê CHPyê Mehmet Haberal, Alîkarê Sekreterê Giştî yê MHPyê Mehmet Tayak û Yonca Verdîoglu Şika jina rojnamevan Ahmet Şik û hin kesên din dereqanûnî guhdar kirine.