23 Nîsan 2016•Rojanekirin: 23 Nîsan 2016
HATAY
Guleya topa hewanê ya ku hat tespîtkirin ku ji Sûriyeyê hatiye avêtin ket mewqiya Topraktutanê ya li Yayladagiya navçeya Hatayê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin êrîşên rejima Esed ên li ser Tirkmendagiyê berdewam in.
Guleya hewanê ya hat tespîtkirin ku ji herêma di bin kontrola rejimê de hat avêtin ket qada çiyayî ya li mewqiya Topraktutanê ya ku dikeve başûrê navçeyê.
Di bûyerê de tu kes nemir an jî birîndar nebû, piştî bûyerê yekîneyên hidûd bersiva herêma ku gule ji wir hat berdan, da.